Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Helebê daxuyaniyek da!

Dîroka Weşanê :
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Helebê daxuyaniyek da!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku ew "ji nêz ve dişopînin" pevçûnên li Helebê û bang li "hemû aliyan kir ku li şûna vegera bo çerxek tundûtûjiyê, li ser avakirina Sûriyeyek aştiyane bisekinin."

Ev yekem berteka Amerîkayê ye li hember pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Asayîşê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên ku piraniya wan Kurd in.

Berdevkê got, "Divê hemû alî li ser çawaniya avakirina Sûriyeyek aştiyane û aram bisekinin ku berjewendiyên hemû Sûriyan biparêze û xizmetê ji wan re bike, li şûna ku welêt dîsa bixin nav çerxek tundûtûjiyê."

Daxuyanî wiha ye:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rewşê ji nêz ve dişopîne. Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ragirin. Li şûna ku welat dîsa bixin nav çerxek tundûtûjiyê, divê hemû alî li ser çawaniya avakirina Sûriyeyek aştiyane û aram ku berjewendiyên hemû Sûriyan diparêze û xizmetê ji wan re dike, bisekinin.

Sefîr Barrack berdewam dike ku piştgirî û hêsankariya diyalogê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) de dike. Civînên ku ji hêla Barrack ve têne hêsankirin li ser bicîhanîn û pabendbûna nûkirî ya peymana entegrasyonê ya 10ê Adarê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ne."