PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heta 1ê Gulanê li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistanê dirêj kir.
Wezareta Navxwe destnîşan kir, ti kesek bêyî rizamendiya Wezareta Navxwe rê pê nayê dayîn vegere Herêma Kurdistanê, eger li derveyî welat be, di dema vegerê de dê bê karantînakirin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, “Biryara dirêjkirina ragirtina hatinûçûnê li tevahiya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareya serbixwe ya Raperîn, Germiyan hemû yekeyên kargêrî, heta 01.05.2020 demjimêr 12ê şevê hat dayin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, her şifêrê ku qedexeya hatinûçûnê binpê bike, dê rêkarên yasayî li hember bên girtin.
Wezaretê ragihand ku heta 1ê Gulanê, bi temamî dê ji demjimêr 18.00 ta 00.00 li seranserê Herêma Kurdistanê were bicihanîn.

Herwiha rêpêdana li nav û di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de, dê li gor sîstema rêpêdana elektronî be ku li malpera Wezareta Navxwe bi navnîşana ‘moi.gov.krd’ hatiye danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin