Wezareta Pêşmerge êrîşa ser Çemçemalê şermezar kir

Wezareta Pêşmerge êrîşa ser Çemçemalê şermezar kir

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva şemiyê, 21ê Adara 2026an, bingeheke hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Çemçemalê rastî êrîşeke drona bombekirî hatiye.

Wezaretê ev kiryara "komên terorîstî yên neqanûnî" bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji van êrîşan têkdana aramî û ewlehiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat kirin ku wek Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar sînorekî ji bo van êrîşên bêhincet deyne, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku berê jî di 18ê Adarê de li Hewlêr û Silêmaniyê di encama êrîşên bi dronan de sê pêşmerge birîndar bibûn.