PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê derbarê belavbûna nexweşiya Kivarka Reş de ku li Hindistanê heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 200 kesan ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê nexweşiya “Kivarka Reş” nehatiye dîtin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî, li ser nûçeya ku li bajarê Silêmaniyê kesekî bi nexweşiya Kivarka Reş can daye ragihand, “Kivarka Reş nexweşiyeke kevn e û her sal bi hezaran kes bi wê nexweşiyê dimirin. Li Herêma Kurdistanê jî hebûye. Ew kesê ku li Silêmaniyê bi wê nexweşiyê miriye, hem bi temen bûye hem jî çendîn nexweşiyên wî yên din jî hebûye. Niha ti haleteke nexweşiya Kivarka Reş li Herêma Kurdistanê nîne.”
Dr. Aso Hewêzî got, nexweşiya Kivarka Reş nexweşiyeke metirsîdar e û divê welatî xwe biparêzin, girîngiyê bidin pakbûnê. Lê pêwîst nake ti kes bitirse ji ber ku ti pêwendiyek di navbera Kivarka Reş û Koronayê de nîne û şert jî nîne ew kesê ku bi Koronayê ketiye, bi Kivarka Reş jî bikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin