PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Nîsanê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara tevahiya tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîştiye 288 kesan, heta niha 3 kes mirine û 105 kes jî baş bûne.
Ragihandina Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Hejmare 42
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Karantîne:
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,457) hevwelatî bûn di 31 cihên cuda de. Niha tenê 1,544 hevwelatî di kerentînan de man e, (712) li Hewlêrê, (121) li Silêmanîyê, (641) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (5) li Raperîn û (8) jî li Koye. (4,913) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (84) Hevwelatî ne.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (927) pişkinîn hatin encamadan. (662) li Hewlêrê, (156) li Silêmanîyê û (140) jî li Duhokê.
Di encam de, (11) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (288) kes in, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (105) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
7ê/Nîsan a/2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin