Wezîrê Îsraîlê Gideon Saar û Îlham Ehmed pêwendiyeke telefonî pêk anîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Li gorî ragihandina rojnameya Îsraîlî Israel Hayom ku dispêre rayedarên Îsraîlî, di navbera Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê de pêwendiyeke berfireh a telefonî çêbû.
Rojnameyê daye zanîn ku di pêwendiya telefonî de geşedanên li herêmê hatine gotûbêjkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin, Îlham Ehmedê derbarê binpêkirinên wekî kuştin û girtinên kêfî yên komên çekdar ên li Sûriyê li hemberî Krudan agahî daye wezîrê îsraîlê.
Gideon Saar jî gotiye ku wî di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên bi hevkarên xwe yên navnetewî re fikarên xwe yên bo rewşa Kurdan anîye ziman.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.