PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro danê sibê li Pîrmamê pêşwazî li Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Nûrî Dilêmî kir.
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê hat belavkirin de hat gotin, wezîrê Iraqî behsa rola Serok Barzanî di qonaxên cur bi cur yên proseya siyasî ya Iraqê de kir û ragihand, hewl û xebatên Serok Barzanî bo kûrkirina çandina pêkvejiyanê û berevanîkirina li mafên pêkhateyan, bi nirx û qîmet in.
Wezîrê Plandanîna Iraqê behsa hewandina bi sedan hezar koçber û penaber ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî kir û spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Nûrî Dilêmî kêfxweş bû ku Serok Barzanî şîret li parlementer û nûnerên kurd li Bexdayê kiriye ku tenê berevanî li mafên gelê Kurdistanê nekin, di xema xelkê deverên din yên Iraqê jî de bin, ji ber wê jî spasiya Barzanî kir.
Di civînê de behsa rewşa Iraqê û plan û karnameya hikûmeta Iraqê bo pêşxistina parêzgehan û baştirkirina rewşa jiyana xelkê jî hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin