Di navbera Îsraîl û Yunanistanê de xeta herî dirêj a elektrîkê tê kisandin

Di navbera Îsraîl û Yunanistanê de xeta herî dirêj a elektrîkê tê kisandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Îsraîl û Yunanistanê de, xeta herî dirêj a elektrîk ku di bin avê re derbas dibe tê kişandin.

Herwiha Yekîtiya Ewropa (YE) jî ji bo vê projeya xeta elektrîkê ya ji Îsraîlê dest pê dike û ji Qibrisa Başûr heta Yunanistanê diçe, 657 milyon euro piştgiriya darayî dike.

Hat diyarkirin ku proje ji 1200 kîlometran pêk tê û wê bibe yek ji xeta herî mezin a elektrîkê ya binavî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin