PeyamaKurd - Li Wanê di encama serdegirtina malan de 42 gundî hatin desteserkirin û ji wan 15 kes hatin girtin. Gundîyên ku bazirganiya sînorî dikin bi sîxurtiyê tên tawanbarkirin.
Li naçeya Qerqeliya bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê di encama serdegirtina malan de 42 gundî hatin desteserkirin û ji wan 15 hatin girtin. Gundiyên ku di navbera Îran û Tirkiyê de bi bazirganiya baholan debara xwe dikin bi sîxurtiya Îranê tên tawanbarkirin.
Axaftinên bazirganan ên weke ‘emanetê min ji bîr neke’ wekî çalakiyên sixûriyê hatin nirxandin.
Gundiyek derbarê mijarê de axivî, “Em berê ji sînor derbas dibûn û ma mazot dianî. Di 20 salên dawiyê de 200 kesên ku bazirganiya mazotê dikirin hatin qetilkirin. Nahêlin em bazirganiya di navbera sînoran de bikin. Dixwazin me muhtacî xwe bikin. Qereqol ava kirin, dîwar û têlên bi direh danîn. Ev ne bes e, îca me sîxurtiyê tawanbar dikin. Muhtemelen dixwazin gudiyên li ser sînorê Îranê koç bikin.”
‘EV NE SÎXURÎ YE, BAZIRGANIYA BAHOLAN E’
Ji aliyê din ve parêzeran derbarê mijarê de daxuyanî dan.”Ev tawaneke sosret e… Şexsên navborî bazirganiya baholan dikin. Axaftinên di navbera wan de yên weke ‘emanetê min ji bîr neke’ weke çalakiyên sizûriyê hatine nirxandin. Gundiyên ku ji bo debara xwe bazirganiyê dikin bi sîxurtiyê û eşkerekirin belgeyên nepên dewletê tên tohmetbarkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin