PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê, di rêzeçiyayê Tektekê de xuya ye ku wê Xerawreşkekî dinê derê ortê. Niha arakeolog li serê xebatê dikin û xuya ye ku li Qaraxantepeyê berhemên weka yên Xerawreşkê wê deren ortê. Behsa 250 kevirên çêkirî weka tîpa T yê rêzkirî û weka yên Xerawreşkê çikandî têkirin ku yên dewra neolîtîk in.
Xebatên li Qaraxantepeyê par destpêkiribûn.Qaraxantepe ji bajarê Rihayê 46 km dûre û dikeve nav rêzeçiyayê Tektekê. Berya sê salan xebata ser rû ya deverê destpêkiribû. Ne tenha Qaraxantepe lê di herêmê de 12 ciyên weka wê hatiye tesbîtkirin ku dibe di dewra berhemên ku li Xerwreşkê çêkiribin de hatibin avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin