PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçe xortê bi navê Bawan Yusuf (18) hefteyekî berê ji bo xwe hînik bike ketibû ava rûbarê Sîrwanê lê piştî hefteyekî xwe gihandin cesedê wî.
Berdevkê Bergiriya Sîvîl yê Helebçê Zanyar Omer, ji bo K24ê ragihandiye ku xort di 26ê Hezîrana 2026an de êvarê ketiye ava Sîrwanê û wenda bûye. Îro karibûn cesedê xortî bibînin.
Berdevk Zanyar Omer ragihandiye ku cesed li devera Newrolî li kenarê rûbarî dîtine û ji bo otopsiyê cenaze şandine tiba edlî.