Xortekî pêsmergetî kiribû di otomobîla xwe de hat kustin

Xortekî pêsmergetî kiribû di otomobîla xwe de hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî Kurd ku demekê Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû, di nav otomobîla xwe de hat kuştin.

Hat zanîn ku bûyer şevê din li demjimêr 23:30yê nîvê şevê li cem Saray Pîran a bajarê Seqizê rû daye.

Ciwanê bi navê Tîrdad Ateş Efrûz ku berê pêşmergetiya PAKê jî kiriye, di nav otomobîla xwe de gule lê hatiye reşandin û hatiye kuştin.

Tîrdad Ateş Efrûz ku temenê wî 25 sal bû, karûbarê firoştina otomobîlan li Seqizê dikir. Hîn nehatiye zanîn bê ew ciwanê Kurd ji aliyê çi kesan ve hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin