PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Dîgorê xwediyê marketekî di encama êrîşa bi sîlih hat kuştin. Kesê hat kuştin yê bi navê V.B.ye. Li ser agahdarkirna hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê ku çûn ciyê bûyerê û birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya navça Dîgorê.
Li nexweşxanê doktoran mudaxeleyê birîndar kirin lê di encamê de birîndarê bi navê V.B. can da. Kujer kiye an kîne nehat ragihandin û mijara di navbera wan de çiye nehat aşkerakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin