PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) General Xelîfe Hefter beşdarî civînên Cenevreyê yên komîteya leşkerî yên bo agirbesta mayinde dibe.
Li konferansa Berlînê ya li ser mijara Libyayê (9 Çile 2020) welatên beşdar, biryara avakirina ji her du aliyên şerê hev dikin, komîteyeke leşkerî ya 5+5 hatibû wergirtin.
Komîteya leşkerî ji bo hevdîtinên li ser agirbestê 19ê Çile li Cenevre ya Swîsreyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî dicive.
Misyona Libya ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) li ser hesabê twitterê ragihand ku Nûnerê NY yê bo Libyayê Xesan Selame û cîgirê xwe Stephanie Williams bi Xelîfe Hefter re hevdîtinek pêk anîne û dê Hefter jî beşdariya civîna Cenevreyê ya 5+5 a komîteya leşkerî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin