Reuters: Peymana aştiyê dibe ku roja yekşemê li Cenevreyê bê îmzekirin

Reuters: Peymana aştiyê dibe ku roja yekşemê li Cenevreyê bê îmzekirin

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê ragihand ku peymana  lihevkirinê ya ji bo rawestandina şerê navbera Dewletên Yekbûyî Amerîka û Îranê, dibe ku roja yekşemê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bê îmzekirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyê hatine girtin, guherîna herî dawî ya li ser metna peymanê berdewam dike; lê belê aliyê Îranê bi biryardarî di şertê xwe de tekez dike ku divê êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî bi temamî werin rawestandin. Tê payîn ku şiklê dawî yê metna lihevkirinê heta roja şemiyê bê temamkirin û peyman ji aliyê Alîkarê Serokê Amerîkayê James David Vance û Serokê parlamena Îranê  Welat Mihemed Baqir Qalîbaf ve bi awayekî fermî bê tomarkirin.

Rakirina mueyîdeyan, azadkirina fonan û dosyeya nukleerî

Çavkaniyekî payebilind ê Îranî ji Reutersê re eşkere kir ku li gorî vê lihevkirinê, dê hemû zextên aborî yên li ser firotina petrola Îranê werin rakirin, bi milyaran dolar fonên Îranê yên cemidandî werin azadkirin û şerê li ser hemû eniyan, di nav de Lubnan jî, bi dawî bê.

Di vê qonaxê de, gotûbêjên li ser dosyeya nukleerî ji bo hevdîtinên paşerojê hatine paşxistin; Washington daxwaza mîsogeriyekê dike daku Îran ti carî çekên nukleerî çêneke, lê belê Tehran wekî her car destnîşan dike ku polîtîkaya wan a sîstematîk tenê ji bo aştiyane ye û armanceke wan a wiha nîne. Ev pêngava nû piştî êrişên giran ên li ser Girava Xarkê  nirxandin daku alozî û xitimandina aborî ya li herêmê bê kêmkirin.