PeyamaKurd - Yekîneyên Dijî Terorê yên Kurdistanê (CTD) ragihand ku duh, şeva Înê, derdora saet 22:41ê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî çar balafirên bêmirov (dron) ên bombebarkirî ku ber bi Hewlêrê ve dihatin, di hewayê de pûç kirin û xistin xwarê.
Li gorî zanyariyên fermî, ev dronên "kamîkaze" bi mebesta hedefgirtina navendên stratejîk hatibûn şandin, lê berî ku bigihîjin armancên xwe ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatin têkbirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir ku perçeyên yek ji dronên ku hatine xistin li zeviyeke vala ya nêzîkî otêlekê ketine.
Xoşnaw destnîşan kir ku di encama vê rûdanê de tu zirarên canî çênebûne û rewş di bin kontrolê de ye.
Ev hewldana êrîşê di demekê de pêk hat ku tenê çend demjimêr berê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyariyeke tund dabû welatiyên xwe û daxwaz kiribû ku ji otêlên Herêma Kurdistanê dûr bisekinin.