PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser bûyera şeva borî ya 3yê Nîsanê li Urdinê ku ji ber hewleke darbeyê 20 kes hatin binçavkirin, bi daxuyaniyekê piştgirî da Şahê Duyem ê Urdinê Şah Abdullah.
Berdevka YEyê Nabila Massralî li ser hesabê fermî yê medya civakî got ku ew bûyerên li Urdinê dişopînin û diyar kir, Yekîtiya Ewropa xwedî têkiliyên bihêz e bi Urdinê re.
Massralî got, "Emê di piştgiriya Urdinê û gelê wê de berdewam bin. YE piştgiriyeke tam dide Şahê Duyem Abdullah û rola wî ya nermrê ya li herêmê.”http://www.peyamakurd.info/photos/T%C3%BCrk%C3%A7e%2020/ab-terorrrr.jpg
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin