PeyamaKurd – Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê Almanya, Fransa, Awisturya, Holande û rayedarên berpirsên YEyê li welatên Ewropayê êrîşên îslamiyên radîkal û tedbîrên bo pêşîgirtina tundrewiyê gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya DWyê di vîdyokonferansê de Seroka Almanyayê Angela Merkel, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Awisturyayê Sebastian Kurz, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, Seroka Komîsyona YE Ûrsûla Von Der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel beşdarî kirin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Awisturyayê Sebastian Kurz hevnêrin bûn ku lazime sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê baş bên kontrol kirin.
Macron di konferansê de da zanîn ku divê sînorên navxwe yên YEyê bên nûkirin û guhertin û got: “Ger em yasayên Schengen nû nekin em nikarin sînorên xwe vekirî bihêlin.”
Sebastian Kurz jî da zanîn ku bi hezaran îslamiyên radîkal yên xetere li Ewropayê ne û got: “Ew weke bombeyên bi saet in. Radîkalên ku li Sûriye û Iraqê ji bo DAIŞê şer kirine ku vegerin Ewropayê divê azadiyên wan bên sînordarkirin.”
Serokwezîra Almanya Angela Merkel bal kişand ser ku pêwîste mijara têkoşîna li dijî îslamiyên radîkal bi welatên misilman re bê nîqaş kirin û got, ji bo ku pêşî li tundrewiya li mizgeftan bê girtin perwerdeya melayan li welatên Yekîtiya Ewropayê girîng e.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel jî di konferansê de diyar kir ku ji bo pêşîgirtina terorê û kîndariyê divê enstutiya Ewropa ya perwerdekirina melayan bê avakirin û da zanîn, wê bi rêya van enstutiyan peyamên xweşbiniyê bên belavkirin û ji bo têkoşîna li dijî çalakî û peyamên kîndariyê wê bibin alîkar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin