PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre daxuyakirin ku di destpêka hefteya bê de guftûgoyên li ser kabîneya nû ya hikûmetê bi PDKê re dest pê dikin.
Pîre ji BasNewsê re daye xuyakirin ku roja Şemiyê civînên YNK û PDKê dest pê dikin û got, “Emê li ser hemû babetan guftûgo bikin. Ji pêkanîna hikûmetê heta nivîsandina reşnivîsa siyasî û karê hevbeş, herwiha li ser Kerkûkê, li ser Bexdayê û li ser hemû babetan dê guftûgo bê kirin.’’
Seidî Pîre li ser civîna doh 16ê Çile jî diyar kir ku di civîna polîtburoya YNKê û PDKê de behsa rewş û pirsgirêkên herêmê û çareserkirina wan hatiye kirin û li ser hewlên avakirina hikûmeta Kurdistanê wiha axivî:
“Em bi hevsengî û selîqe dest bi guftûgoyan dikin. Înşala zû dê temam bibe. Ji ber me û PDKê desteyek me heye bo Kerkûkê û bo pêkanîna hikûmetê û karûbarê Bexdayê, dê ev dest bi kar bibin. Hewl dê bê dayîn hemû bi hevsengî birêve biçe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin