Japonya di bin sîwana NATO de ofîsa nûnertiya daîmî vedike

Japonya di bin sîwana NATO de ofîsa nûnertiya daîmî vedike

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku hevkarê NATO yê Japonya biryarê daye da di bin sîwana NATO yê de baregeha misyona dîplomatîk veke. Stoltenberg û wezîrê karên derve yê Japonyayê Hayaşi Yoşimasa, piştî roja yekem ya civîna wezîrên karên derve yên dewletên endamên NATO yê, derketin ber çapemeniyê.

Stoltenberg, ji ber Japonya êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê şermezar kiriye û desteka malî daye alîkariya NATO yê ya ji bo Ûkraynayê, kiryarên Japonyayê bi rizamendî nirxandiye. Stoltenberg weha gotiye:

“Niha em ji bo Hind-Pasîfîkê, Japonya, Kora Başûr, Zelanda Nû û bi hevkarên Awustralyayê re hevkariya xwe xwurt dikin. Vekirina mîsyona Japonyayê ya di NATO de me kêfxweş dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin