YPJê red kir ku bibe hêza asayîşa navxwe

YPJê red kir ku bibe hêza asayîşa navxwe

PeyamaKurd - Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn eşkere kir ku wan pêşniyara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo naskirina wan wek "hêza asayîşa navxwe" red kiriye û got, wan daxwaz kiriye YPJ wek "lîwayeke taybet" parastina herêmên xwe bigire ser milê xwe.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, di paneleke Peymangeha Aştiyê ya Kurd de da xuyakirin, di civînên bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê re, wan pêşniyar kiriye ku YPJ di nav artêşa Sûriyeyê de wek "lîwayeke taybet" bimîne.

Armanca vê pêngavê ew e ku YPJ bi awayekî fermî erkê parastina herêmên xwe û parastina destkeftên jinan bigire ser milê xwe.

Fermandara YPJê diyar kir ku berpirsên Şamê tenê pêşniyara tevlîbûna di nav "hêzên asayîşa navxwe" (polîs) de kiriye û got: "Me ev merc red kir. Hebûna YPJê wek hêzeke leşkerî ya xwedî ezmûna 14 salan, mîsogeriya aramiyê ye ji bo hemû jinên Sûriyeyê."

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku bêyî naskirina nasnameya leşkerî ya jinan, ti serkeftin di pêvajoya aştiya Sûriyeyê de nayê bidestxistin û bang li hikûmeta Şamê kir ku mafên yasayî û siyasî yên jinan di nav artêşê de qebûl bike. 

Herwiha Fermandara Giştî ya YPJê eşkere kir ku wan ev mijar bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re jî gotûbêj kiriye û diyalogên wan berdewam in.