Koreyên Bakur û Basûr 27ê Nîsanê dicivin

Koreyên Bakur û Basûr 27ê Nîsanê dicivin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê  Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in di 27ê nîsanê de kom bibin.

Li gorî nûçeya Yonhapê, heyetên pilebilind ên ji Koreya Bakur û Başûr îro li gundê sînor Panmunjomê civiyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kim û Moon wê di 27ê Nîsanê de beşdarî lûtkeya  li "Mala Aştiyê" (Peace House) a li başûrê Panmunjomê bibin.

Herwiha hat destnîşankirin ku heyetan li ser wê xalê li hev kirin ku hefteya bê roja çarşemê civîneke xebatê were lidarxistin da ku ewlekarî û protokola zîrweyê gotûbêj bikin.

Serokê heyeta Koreya Bakur Ri Son-gwon di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê de wiha got: "Ev 80 roj in gelek bûyerên dramatîk ên ku heta niha nehatine dîtin, qewimîn."

Zîrweyên Koreya Bakur û Başûr herî dawiyê di salên 2000 û 2007an de li Pyongyangê hatibûn lidarxistin.

Tê plankirin ku piştî hevdîtina Kim û Moon heta meha gulanê Kim ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rûnê.

Li Koreya Bakur di tesîsa nukleerî da zêdebûna fealiyetan

Di vê navberê de li gorî analîza ku di kovara Jane's Intelligence Reviewê de hat weşandin, li gorî wêneyên peykê yên ku meha çûyî hatin kişandin, fealiyetên li Navenda Lêkolînên Nukleerî Yongbyonê zêde bûne.

Pisporên ku li wêneyan nêrîn, îdia kirin dibe ku di reaktora sivik a avê ya ezmûnî de testeke pêşwext hatibe destpêkirin, reaktoreke din xistibin dewrê û dibe ku herdu reaktor jî ji bo hilberîna madeya fisîlê ya ku ji bo çeka nukleerî pêwîst e, werin emilandin.

Di analîzê de hat bibîrxistin ku heta mirov lêkolînên navneteweyî neke, mirov nikare fêm bike bê ka reaktor ji bo hilberîna ceyranê an ji bo çêkirina çekan tê emilandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin