PeyamaKurd- Berpirsê Liqê Duyem ê PDKê Zana Mela Xalid, peyama Serok Mesûd Barzanî wekî ya derbarê posta serokomariya Iraqê de, wekî "nexşerêyeke niştimanî" binav kir û rexne li helwesta YNKê girt ku posta Serokomariyê wekî "milkê xwe yê taybet" dibîne.
Berpirsê Liqê Duyem a Partiya Demokrat ê Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid, îro 29ê Kanûnê, li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de piştgiriya xwe ji bo peyama Serok Mesûd Barzanî nîşan da. Mela Xalid, ew peyam wekî pêngaveke girîng ji bo derbaskirina qeyrana siyasî ya Iraqê pênase kir.
‘YNK posta Serokkomariyê wekî milkê xwe dibîne’
Zana Mela Xalid di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girtin û diyar kir, sedema sereke ya qeyranê ji bo hewlên YNK’ê vedigere. Mela Xalid got: "YNK dixwaze posta Serokkomariyê wekî milkê taybet ê partiya xwe biparêze û ji bo vê armancê jî amade ye qeyranên siyasî biafirîne. Vê partiyê berjewendiyên xwe yên partîtî xistine pêş berjewendiyên gelê Kurdistanê."
‘Posta Serokomariyê para neteweyî ya Kurdan e’
Berpirsê Liqê Duyem ê PDK’ê destnîşan kir, posta Serokkomariyê ne "tapoya" partiyekê ye, lê para tevahiya neteweya Kurd e. Herwiha nerazîbûna xwe li hember girêdana postên Herêma Kurdistanê û yên Bexdayê wekî "yek pakêt" nîşan da û got, ev yek binpêkirina vîna xelkê Kurdistanê ye.
Mela Xalid herwiha bal kişand ser hilbijartinên Cotmeha 2024an ên Herêma Kurdistanê û diyar kir, encamên wan hilbijartinan vîna xelkê ya ji bo desthilatdariya navxweyî nîşan dide, ne ku ji bo diyarkirina posta li Bexdayê bibe amûr.
Serokomar divê nûnerê hemû Kurdan be
Berpirsê PDKê diyar kir, çareseriya bingehîn a vê qeyranê bi rêzgirtina li dengê xelkê pêkan e. Herwiha tekez kir, divê Serokkomar nûnerê hemû Kurdan be û erkê wî parastina berjewendiyên bilind be, ne ku nirxê vê postê heta asta partîtî û kesî were kêmkirin.
Hêjayî gotinê ye, ji sala 2003yan û vir ve, li gorî dabeşkirina siyasî ya li Iraqê, posta Serokomariyê para Kurdan e. Di xulên borî de ev post zêdetir ji aliyê YNKê ve dihat birêvebirin, lê PDK wekî hêza yekem a Herêma Kurdistanê niha daxwaz dike ku şêwazê berbijarkirin û bikaranîna vê postê were guhertin û li gorî vîna gelê Kurdistanê be.