Li bajarê Wanê dibistan tatîl bûn

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Wanê dibistan tatîl bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê bi sedema berf rêya 341 gundan girt û çûn û hatina zarokan ya dibistanan bi zahmetî ket, parêzgehê biryara tatîlkirina dibistanan ya li seranserê bajêr da.

Li gor biryarê, wê dibistan di roja 30.12.2025an de tatîl be û biryar ne tenê bo dibistanên dewletê her weha bo yên taybet jî ye. Di nav dezgeyên perwerdê de Navendên Gel yên perwerdê, Navendên Destekên malbatan û navendên rehabilitasyonan tatîlin.

Xebatkarên astengdar û yên bi hemil jî wê rojekî bi îzin bên qebûlkirina û siba dikarin neçin ser kar.