PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Berwariya (Pervari) li gundê Wahlisê (Çobanören), zarokê bi navê Tayyar Aygün (8) dema li malê bi tenê ma, rakir tivinga nêçîrê û pê leyîst.
Tiving teqiya û li Tayyar Aygün ket. Eqrebayên ku bi dengê tivingê hesiyan çûn malê û dîtin ku tiving li zarokê ketiye. Piştî zarok birîndar bû, ew birin nexweşxanê û li nexweşxanê can da.
Cenazê Aygün ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê. Li ser bûyerê lêpirsîna edlî dan destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin