Zaxo | 53 gund hatin wêrankirin, 17 gund jî vala bûn

Zaxo | 53 gund hatin wêrankirin, 17 gund jî vala bûn

PeyamaKurd - Qeymeqamê nehiya Derkarê yê bajarê Zaxo yê bi ser parêzgeha Duhokê ve Edîb Ceifer ragihand, ji ber şerê PKK û Tirkiyê bi dehan gund wêran bûne û 17 gund jî hatine valakirin.

Qaymeqamê nehiya Derkarê ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, şer û aloziyên PKK û Tirkiyê bûne sebeba xirabûna rewşa deverê û xelk nikarin derbasî nav gund û deverên xwe bibin.

Edîb Ceifer dibêje; hikûmeta Kurdistanê nikare xizmetguzariyan bibe gundên ser sînor ji ber ku ji ber hebûna çekdarên PKKê şer derbasî wan deran bûye. PKK nahêle xelk vegere gundên xwe, heta nahêlin xelk pez û dewarên xwe jî li wan deran biçêrînin.

Qeymeqamê Derkarê eşkere kiriye ku 53 gund li devera Derkarê ji ber şer wêran bûne û niha jî 17 gund hatine valakirin ku herwiha ziyaneke mezin gihîştiye rez û daristanên deverê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin