PeyamaKurd – Namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê ji bo posta Serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî îro 13ê Sibatê roja Yekşemê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina namzediya wî civîneke rojnamevanî li Bexdayê saz kir.
Hoşyar Zêbarî ragihand, ku biryara Dadgeha Federalî ya redkirina namzediya wî ya serokomariyê, biryareke siyasî ye û got, hemû şert û mercên ku ji bo namzediya postê serokomariya Iraqê pêwîst in li cem wî hene.
Zêbarî destnîşan kir, beriya niha dadgehê ew ji hemû tohmetên ku arasteyî wî bûbûn, bêtawan derxistibû û dadgehê wê demê hemû ew dosya jî girtibûn.
Hoşyar Zêbarî herwiha da zanîn, “Namzedkirina min ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo min her tişt e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin