PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pişka Herêma Kurdistanê ya di reşnivîsa projeqanûna budceya sala 2027an de daxuyanî da. Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku her dema aliyên siyasî amade bin, ew jî ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê amade ne.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku li gorî encamên fermî rêjeya Herêma Kurdistanê 14.14% e û tekez kir ku ti rêjeyeke kêmtir ji vê re ne dadperwerane ye, lewma wan bi navê Encûmena Wezîran ew reşnivîs bi fermî red kiriye.
Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman ku ev rêje bêyî hesabkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê hatiye girtin û eger ew navçe jî bihatin hesabkirin, rêje dê gelekî zêdetir bûya.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku her dema aliyên siyasî amade bin, ew jî amade ne.