Zêdetirî 50 ton meqerneya Îranê ji Kurdistanê pasde hat vegerandin

Zêdetirî 50 ton meqerneya Îranê ji Kurdistanê pasde hat vegerandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi dehan ton meqerneya ji Îranê bi ser deriyê Hacî Omeran de dihat Kurdistanê, paşde hatiye vegerandin.

Rêveberiya gumrika deriyê sînorî yê Hacî Omeranê ya dikeve navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ragihand ku îro zêdetirî 50 ton meqerneya ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê hatibû kirin, paşde hatiye vegerandin.

Li gorî agahiyên gumrikê, li ser karton û pakêtên wan meqerneyan dîroka çêbûnê û heyama bikaranînê nehatiye nivîsandin û ji ber wê jî paşde hatiye vegerandin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin