Du malbat lihev xistin û yek kes hat kustin

Du malbat lihev xistin û yek kes hat kustin

PeyamaKurd -  Li bajarê Rihayê li navçeya Bahçelievlerê di navbera du malbatan de pevçûn derket û bi demançe û kêran lihev xistin. Di nav pevçûnê de kesekî bi navê Ahmet Rızvanoğlu (25) û İbrahim Halil Rızvanoğlu birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û bi ambûlansan her dû birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê ya bi navê Mehmet Akif İnan ya perwerdê û lêkolînê.

Ji birîndaran Ahmet Rızvanoğlu, li nexweşxanê can da û cenaze wî bo otopsiyê birin morga tib a edlî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin