PeyamaKurd – Serokomarê Almanya Frank Walter Steinmeier, di salvegera êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê 24ê Sibatê de, li Koşka Bellevue gotarek pêşkeş kir.
Steinmeier, di gotara xwe de got: "Şerê êrîşkariya Rûsyayê, sîstema ewlekariyê ya Ewropayê serûbinî hev kir. Ev êrîşeke dijî hemû dersên ku dinyayê ji herdu şerê cîhanê derxistiye ye.”
Steinmeier, diyar kir ku Rûsyayê her roj êşên nayên tarîfkirin di vî şerî de dide jiyandin û diyar kur şer vegeriya Ewropayê, cara yekem e piştî şerê duyem ê cîhanê li nîvê Ewropayê şerê fetihkirinê pêk tê.
Steinmeier got ku Rûsya dixwaze netew û welatekî serbixwe Ukraynayê tune bike, her çiqas Almanya ne di şer de ye jî ev şer wan eleqedar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin