PeyamaKurd- Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin, di 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya li Almanyayê de da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku Finlandiya "serbixwe" bimîne û di gotara xwe de bal kişand ser pêvajoya endamtiya NATOyê.
Sanna Marin diyar kir ku neyeta rayedarên Finlandiyayê ya ji bo tevlîbûna hevpeymaniya NATOyê, di heman demê de bi Swêdê re jî heye û got,
"Me hem ji Tirkiye û hem jî Macarîstanê re ragihand ku em tercîh dikin ku bi Swêdê re bi hev re bibin yek. Em dixwazin bi Swêdê re bi hev re bibin endamê NATOyê, lewra em ji bo plansaziya ewlekariya NATO ya li bakur jî cîran û şirîkên baş in.”
Marin di dewama axaftina xwe de diyar kir ku yekane rêya ewlekirina nîzama cîhanî bi hêza Ewropa û Rojava ye û da zanîn ku beşdariya welatê wê di NATO de dê ji bo "aştî û ewlehiyê" be.
Sanna Marin bi bîr xist ku eşkere ye ku Rusya dê li Ukraynayê şer berdewam bike û destnîşan kir ku piştî dagirkirina Qirimê ya Rusyayê di sala 2014an de reaksiyona navneteweyî têr nake û got ku "Putin difikire ku wê di sala 2022yan de jî heman tişt bibe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin