PeyamaKurd- Li Erebistana Siûdî ji bo deveyan (hestir) projeya pasaportê hate destpêkirin.
Wezareta Jîngeh, Av û Çandiniyê ya Siûdî ragihand, ji bo geşepêdana kerta ajalvaniyê û tomarkirina hejmara deveyan projeya pasaportê hatiye destpêkirin.
Hate diyarkirin ku wê ji bo her deveyekê tevî navê xwedî û zayenda deveyê pasaport bê amadekirin û ev bibe belgeyeke fermî.
Herwiha hate gotin ku wê bi vê tomarkirinê re nexweşiyên populasyona deveyan bên diyarkirin û berbelavbûna wan bê kontrolkirin.