Berdevkê serokerkaniya Amerîkayê korgeneral McKenzie ragihand ku bi sedema mijara Efrînê, ciyên ku PKK berda, wan bi hêzên xwe yên dinê, wan deran tije kiriye. Ragihandin di çapemeniya heftane de hat kirin.
Deverên ku Amerîka taqwiye kiriye, cepheyên başûr û Munbic in. Li van deveran şerê li dijî DEAŞê sist bûye û pêşdeçûn zahf hêdiye. Lê dîsa di herêman de şer û pevçûn dewam dike.
Li ser pirsa ku dema PKK hêzên xwe şandiye Efrînê, gelo ji wan îzin sitendine an na de McKenzie weha got:
“Têkiliyên me zahf başin. Fermandarên me yên li sehayê carna li hev dicivin û li ser halê heyî diaxifin. Dema dagerin, wê bi me re bin an na, ew dizanin. Lê me hêzên xwe teqwiye kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin