PeyamaKurd-Nûnerê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Bilind ên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell da zanîn ku fikarên wan hene ku Rûsya şerê xwe berfirehtir bike. Borrell got ‘Armanca me ew e ku em fikirên siyasî yên Vladimîr Pûtîn bikin bin kontrola xwe.’
Josep Borrell, di rêzepanelên The State of the Unioyê de şerê navbera Rûsya û Ukraynayê nirxand. Borrell di nirxandina xwe de fikarên xwe anîn zimên û got “Em ji ber qewimînên dawî yên li Moldovayê û ji berfirehkirina şerê Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê gelek bi fikar in.”
Josep Borrell bal kişand ser pakêtên dorpêça li hember Rûsyayê jî û got “Ji bo hawirdeya petrola ji Rûsyayê were qedexekirin, em dixebitin ku di nav welatên Ewropayê de lihevkirinekê pêk bînin. Divê heta dawiya hefteyê, ez Konseya Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bicivînim.”
Borrell da zanîn ku bi dorpêçên heta niha hatine kirin, Rûsyayê ji % 10ê hêza xwe wenda kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin