PeyamaKurd-Di Kongreya Ajalên Kuvî ya Navneteweyî ya 2yemîn a ku li bajarê Bakurê Kurdistanê, Wanê hat lidarxistin de gelek alademîsyenên biyanî û nûnerên saziyên sivîl û civakî cihên xwe girtin. Hat ragihandin ku akademîsyenan, li qada qeşayî ya Çiyayê Cîloyê yê Colemêrga Bakurê Kurdistanê jî lêkolînek kiriye.
Di çarçoveya çalakiyên ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ve hat pergalkirin de hat ragihandin ku ji gelek zanîngehên welatên cuda, zanyar beşdarî bernameyê bûne û lêkolînek ji bo cihên ku ajalên kuvî bikaribin lê bijîn, hatiye kirin. Hat zanîn ku di heman demê de qada qeşayî ya Çiyayê Cîloyê jî bi baldarî hatiye nirxandin û li ser lêkolînek hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin