PeyamaKurd - Li Endonezyayê di girtigehekê de îsyan derket. Di encamê îsyanê de 6 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyan, îsyan li Depoka herêma ku dikeve başûrê bajarê Cakarteyê li Girtigeha Mako Brîmobê derket. Di îsyana ku tê gotin mehkûmên endamên DAIŞê bûne sedem de jê 5 hêzên elehiyê yek mehkûm bi tevahî 6 kes hatin kuştin.
Li gor nûçeyên ku ji ser çapemeniya herêmîhatin belavkirin mehkûman hin çek bidestxistine û polês rehîn kirine. Tê gotin dibe ku birîndar jî hebin.
Ji aliyê din Yusif Kallayê Arîkarê Serokê Dewletê daxuyaniyek da û got ku tu eleqeya vê bûyerê û terorê tune ye.
Polesan li herêmê tedbîrên berfireh hildan û bona kontrolkirin û dawîbûna îsyanê bi mehkûman re dest bi hevdîtinan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin