Serokwezîr Barzanî: Karê me yê sereke rûbirûbûna gendelkaran û reform in

Serokwezîr Barzanî: Karê me yê sereke rûbirûbûna gendelkaran û reform in

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî wergirtina baweriyê û merasîma sondxwarinê ya li Parlamentoya Kurdistanê gotarek pêşkeş kir.

Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de bi taybet destnîşan kir ku karê sereke rûbirûbûna gendiliyê û encamdana çaksaziyê ye.

Mesrûr Barzanî spasiya kabîneya heştem a bi seroktiya Nêçîrvan Barzanî kir û got, di kabîneya nû de ewê hewl bidin di asta hêviyên xelkê de bin û hêla sereke ya kabîneyê, xizmetkirina xelkê ye.

ÇEND SERNAVÊN GIRÎNG JI GOTARA KARNAMEYA SEROKWEZÎR BARZANÎ WIHA NE:

  • Em dixwazin ji destpêkê ve bi xelkê xwe re rast û zelal bin.
  • Li gor rapirsiyan, daxwaza piraniya welatiyan rûbirûbûna gelendiyê ye, karê me yê sereke rûbirûbûna gendeliyê û encamdana reforman e. Ji niha pê de bi ti awayî em li hember gendelkaran nerm nabin.
  • Hemû wezîr divê ajande û karnameya hikûmetê bicih bikin û rê nadin ti wezîrek ji derveyî hikûmetê kar bike.
  • Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî niyatpakiya xwe nîşan daye, ji bo nîşandana niyetpakiya xwe em dê di heyameke nêzîk de serdana Bexdayê bikin.
  • Em dê hewl bidin hêzên serbazî li Herêma Kurdistanê bikin yek.
  • Hewlên me ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dê berdewam bin.
  • Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê dê ji bo danûstandina ligel Bexdayê, desteyeke hevbeş ava bike.

KURTEYA JIYANA MESRÛR BARZANÎ

  • Mesrûr Barzanî 2yê Adara 1969an li gundê Dîlman ê navçeya Balekayetî li Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.
  • Zewicî ye û bavê sê zarokan e.
  • Sala 1985ê di temenê 16 saliyê de bûye Pêşmerge.
  • Zanistên siyasî li zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê xwendiye.
  • Bawernameya Masterê di warê aştiyê û çareserkirina nakokiyan de wergirtiye.
  • Di kongreya 12 ya  PDKê de sala 1999an bûye Endamê Serkirdetiya PDKê û her wê salê bûye Endamê Polîtbûroyê.
  • Sala 2010 di kongreya 13 a PDKê de dîsa weke Endamê Polîtbûroya PDKê hatiye hilbijartin.
  • Sala 2005an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ava kiriye.
  • Di 8ê Tîrmeha 2012an de bûye Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.
  • Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê ye.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin