Di derbarê xwediyê rojanama Sözcü û SZC TV Burak Akbay de biryara girtinê hat dayîn

Di derbarê xwediyê rojanama Sözcü û SZC TV Burak Akbay de biryara girtinê hat dayîn

PeyamaKurd – Bi sedema xwediyê rojnama Sözcü û SZC TV Burak Akbay neçûye celsên darazên dadgehê û parastina xwe nekiriye, biryara girtina wî hat dayîn. Biryar ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 37em ya Îstenbolê de hat dayîn.

Dadgehê berê di derbarê Burak Akbay û pêre nivîskarên rojnamê Emin Çölaşan, Necati Doğru û rêvebirê giştî yê weşanê yê berê Metin Yılmaz, bi temamê ji bo 9 kesan di navbera 3 sal û 6 mehan heya 2 sal û 1 mehê de caza dabû. Gumanabar dosyayê biribûn heya dadgeha herî bilind Yargitayê.

Yargitayê di 26.11.2024an de li ser dosyayê xebat kiribû û bi yek dengî biryara di dosyayê de xerab kiribû. Xwestibû ji nûh de bên darizandin. Dadgeha cezayê giran ya 37em ya Îstenbolê bi sedema “bi zanîn û bi xwestek destekê dan FETÖyê”, di celsa îro de doz dewam kir.

Parêzerê Burak Akbay di dadgehê de ragihand ku ji ber karê Akbay zêde hebûye, nikaribiye tevî celsê bibe, mazeret nîşan da lê dadgehê bi yekdengî biryara girtina wî da. Celsa bê wê di 29ê Nîsanê de be.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.