PeyamaKurd - Helbestkarê kurd Ferhan Hisê (Seydayê Dilbirîn) ku ev demek bû tedawiya penceşêrê didît, li bajarê Qamişlo di 73 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Seydayê Dilbirîn di sala 1946an de li gundê Çaxir Bazar ji dayik bûye û heta niha 3 dîwanên wi yên helbestan çap bûne û berhemeke wî ya çapnekirî jî heye.
Seydayê Dilbirîn bi şêweya klasîk helbest dinivîsandin û bandora Seydayê Cegerxwîn û Tîrêj lê hebû û Seydayê Tîrêj bi xwe navê Dilbirîn lê kiribû
Bi beşdariya çendîn nivîskar û rewşenbîrên herêma Cizîrê îro cenazeyê Seydayê Dilbirîn li gorîstana Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo bo axê hat spartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin