PeyamaKurd- Waliyê bajarê hatayê Erdal Ata ragihand ku ew kesê ji Sûriyê anîne Tirkiyê rojnamevanê wenda yê Japonyayê Jumpei Yasuda ye. Serokwezîrê Japonyayê Abe bi rêya telefonê sipasiya Tirkiyê û Erdoğan kir ku wî rizgar kirine û anîne Tirkiyê.
Yasuda 44 saliye û di sala 2015an de di ser Tirkiyê de derbasî Sûriyê bû û car din jê agahî nehat sitendin. Li Sûriyê El Kaîde wî dîl girtibû û bo berdana wî ji Japonyayê 10 mîlyon dolar pere xwestibûn. Japonya jî daxwaza wan red kiribû.
Çawa hat berdan û çawa wî anîne Tirkiyê kes nizane û rêvebirên Tirkiyê heya niha ti agahî nedane çapemeniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin