PeyamaKurd- Serokwezîrê Libyayê Abdulhemîd Dibeyde, li cihên pevçûnên navbera komên çekdar ên li Libyayê hatin jiyandin lêkolînek kir û li ser mijarê daxuyaniyekê da û ragihand ku ew ê welatê xwe ji kesên neyetxirab re nehêlin.
Serokwezîr Abdulhemîd Dibeyde, piştî ku li cihê pevçûban hinek aramî çêbû, lêkolînek kir û ligel leşkerên ku herêmê diparêzin û xelkê ku li wê der amade bûn re hat gel hev. Dibeyde li ser mijarê axivî û got,
“Em ê welatê xwe ji kesên neyetxirab re nehêlin. Em ê welatê xwe û Terablusê, bi rûmet û şerefa xwe biparêzin. Êdî serdema derbeyan hat girtin. Kî dixwaze, bila bikeve hilbijartinan. Li vî welatî, ji hilbijartinan pê ve rê tuneye. Ji bo kesên ku li rêyên din digerin jî egîdên me li qadan in. Dawiya êrîşkaran, her tim têkçûyîn e.”
Serokwezîr Dibeyde, ji bo kesên ku ji duh ve di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê da û ji bo birîndaran şîfa xwest.
Dibeyde diyar kir ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di derbarê kesên ku êrîşî Terablusê kirine de ji bo serdozgeriyê telîmat hatiye şandin û ew kesên êrîşkar çi milîs çi jî sivîl, ew ê hemû werin girtin.
Li bajarê Terablusê yê ku dikeve rojavayê Libyayê, di navbera hêzên herdu hikûmetên Libyayê de car din pevçûn derketin û ji duh ve ye ji ber pevçûnên ku derketin 32 kes hatin kuştin û 159 kes jî birîndar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin