PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Qeterê Xalid El-Etiye ragehand ku, ew beşdariyê di şerê li dijî Îranê de nakin.
Di çarçoveya kongreyeke navnetewî derbarê ewlehiyê de ku li Singapourê tê li darxistin, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Qeterê Xalid EL-Etiye tekez kir, tevî ku nakokî di navbera me û Îranê de hene lê ev yeke nayê wê maneyê ku Doha dê tevlî şerê li dijî Îranê bibe.
Herwiha Xalid El-Etiye da zanîn ku Îran welatekî cîran e û pêwîste welatên herêmê li ser maseya danûstandinê pirsgirêkên xwe pêre çareser bikin, dakû aştî û aramî li navçeyê bi cih bibe ne vêxistina şer.
Li ser pirsa ‘Eger şerek li dijî Îranê rû da Qeter wê rê bide binkeyên xwe yên esmanî ji operasyonan re bêne bikaranîn?
Wezîrê Qeterî got, ku welatê me aştîxwaze ne şer xwaze û ez bawernakim Amerîka biryara şer li dijî Îranê bistîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin