PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî Antony Blinken berevanî ji firotina bilez a cebilxaneyên tankan ji Îsraîlê re kir û bang li Kongresa Amerîkî kir ku bilez zêdetirî 100 milyar dolar alîkariya ji bo Îsraîl, Ukrayna û pêşîneyên din ên ewlehiya neteweyî pesend bike.
Blinken di televizyonê de axivî û diyar kir, pêwîstiyên Îsraîlê yên ji bo operasyonên leşkerî yên li Xezzeyê biryara ku li benda encama Kongreya Amerîkayê ya li ser firotina çekan nemîne rewa dike.
Blinken got, “Îsraîl niha bi Hamasê re di nava şer de ye û em dixwazin piştrast bin ku Israîl ji bo parastina xwe li dijî Hamasê hewcedarî çi ye."
Blinken bal kişand ku piştgiriya cebilxaneyên tankan tenê beşeke piçûk a firotina leşkerî ya ji bo Îsraîlê pêk tîne, Blinken diyar kir ku yên mayî di bin çavdêriya Kongreyê de ye.
Blinken bang li erêkirina bilez a zêdetir ji 100 milyar dolar alîkarî ji bo Îsraîl, Ukrayna û girîngiyên din ên ewlehiya neteweyî kir û ragihand, serokê Amerîkayê Joe Biden got, ew amade ye di vê mijarê de tawîzên girîng bide.
Blinken destnîşan kir, xetereyên ji bo Ukraynayê zêde ne, ji ber ku "fon diqedin" û ji bo Ukrayniyan Blinken wiha got:
"Niha dema wê ye ku em bi rastî gav bavêjin, ji ber ku em dizanin heke em vê yekê nekin wê çi bibe. (Serokê Rûsyayê Vladîmîr) Pûtîn wê karibe bêceza bi pêş de biçe û em dizanin ku ew ê li Ukraynayê nesekine."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin