PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li kampa Dîbege ya Hewlêrê terorîstekî DAIŞê hatiye girtin ku xwe di nav penaberan de vedişart.
Asayişa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî li kampa Dîbege ya Hewlêrê ku koçberên Iraqî tê de dimînin, welatiyekî ereb bi navê Yûsif Amir Mihemed ku xelkê bajarokê Şergat yê Mûsilê bû, hatibû kuştin û ji ber wê jî dest bi lêpirsînê hatibû kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî lêpirsînê derket holê ku ew welatiyê ereb bi fermana DAIŞê û ji aliyê kesekî bi navê Ehmed Xelîfe Ehmed Meter Kuxan û 4 kesên din ve hatiye kuştin.
Asayişê ragihand ku Ehmed Xelîfe hatiye girtin û li sûcê xwe mukir hatiye ku ew bixwe terorîstekî girêdayî rêxistina DAIŞê ye.
Hat diyarkirin ku ji bo girtina çar kesên din jî lêkolîn û lêgerîn berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin