PeyamaKurd – Kesekî bi navê Ahmet Ç. Ku 15 sale ji kuştina 3 kesan lêdigerin, bi koronayê dikeve û diçe nexweşxaneya Memorialê ya Diyarbekirê. Li nexweşxanê halê wî giran dibe û li wê derê nasnameya wî diyar dibe. Nexweş, bi navê Haşim Ç. Fotokopiya nasnameya wî heye û tê fêmkirin ku nasname ya yekî dinêye. Niha biryar hat dayîn ku bi rêya DNA yê tesbîta nasnameya wî bikin.
Li ser sextekariya nasnameyê esas xwediyê nasnameyê ji aliyê hêzên asayîşê de îfadê wî hat sitendin û Haşim Ç. got ku di sala 2014 an de nasnameya xwe wenda kiriye û di heman salê de ji xwe re nasnameyekî nûh derxistiye. Ahmet Ç. bi fotokopiya nasnameya Haşim Ç. çûye nexweşxanê.
Bo tesbîta nasnameyê ya bi DNA yê xwîn û nûmûneyên hucreyên Ahmet Ç. tên girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin