PeyamaKurd- Li Îranê 14 aktîvîstên ku bi eslên xwe Azerîne hatin girtin. Li gor ragihandina Araznews ê ku sîte ya îternetê ye, aktîvîstên ku dixwestin nêzî bajarê Kelîberê, li “Kela Babek”ê civîn bikin, 14 ji wan hatin binçavkirin.
Di nava kesên ku hatine binçavkirin de aktîvîstê sîvîl Abbas Lîsanî jî heye. Di nava kesên girtî de Rehîm Gulamî, Esger Ekberzade, Elî Wasekî, Seîd Sadiqîfer, Mehdî Huşmend, Abdullah Huşmend, Rehîm Sasanî, Seccad Sadiqî, Murteza Muhammedî, Îbrahîm Nûrî, Cafer Rostemî Rad, Seccad Culanî û Mucteba Abdulî hene ku li bajarê Erdebîlê, Tebrîz û Tehranê hatine binçavkirin.
Hinek ji netewaperestên Tirk yên di nava Azeriyan de, Kela Babekê weka remza Tirkîtiyê qebûl dikin û her sal di tîrmehê de, li wê derê diciviyan. Lê di van salên dawiyê de rêvebiriya Îranê civîna wan qebûl nake.
Belkî sedema ku heya niha Îranê dengê xwe ji wan re nedikir, sedem têkiliyên Îran û dewleta Tirkiyê bû. Lê xelkê Azerî bi xwe, xwe Tirk nabîne heya Tirkîtiyê bike. Ew dibêjin ku ew Azerîne, welatê wan Azerbeycane û bi zimanê Azerbeycanî diaxifin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin