Demirtas: Gerek AKP destekê bide HDP ê

Demirtas: Gerek AKP destekê bide HDP ê

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, heger ez di şûna AKPê de bama, dê piştgirîya HDPê bikira, ji ber ku di serkeftin û binkeftinê de, HDP kilît e.

Hevserokê berê yê HDPê bersiv daye pirsê medya Tirkiyê û got: HDPê ji bo hilbijartinan tu hevpeymanî bi CHPê nekiriye. Dengdêrên HDPê li bajarên namzet destnîşan nekirine, kê bixwezin dê dengê xwe bidin wan.

Demîrtaş rexne li CHPê girt û got: CHP jî her wekî AKPê di gavên aştiyê û aramiyê de, bê îrade ye û dudil e.

Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî got: Partiya Desthilatdar, di şûna pêwendiyê ligel Rûsya û Esed re durist bike, ya baş ew e ku pêşengiya biratiya Kurdên Rojava bike, ew yek ji bo Tirkiyê gelekî baştir e.

Serokê Tirkiyê Erdoğan di her axaftina xwe de dibe HDP û PKK yekin 6 milyon deng ji PKKre diçin. Her çiqas AKP û MHP ji bo aşitîyê tu hevlê nedin ji em wek HDP ji bo aştîyê çi pewist bê emê bikin û gav nedin paş.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin