Starmer xatir xwest û got wê destekê bide xelefê xwe

Starmer xatir xwest û got wê destekê bide xelefê xwe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer di celsa dawiyê ya Kameraya Awanê de axaftina xwe ya dawiyê kir, Starmer di axaftina xwe de soza destekê da serokwezîrê nû Andy Burnham yê ku dê roja Duşemê wezîfa serokwezîrtiyê dewr bigre ser xwe.

Starmer di civîna ‘Pirsên Serokwezîrtiyê’ xatirê xwe ji parlementeran xwest û got ku ew dixwaze hukumeta Partiya Karkeran bi ser bikeve. Starmer weha ragihand:

“Eger serokwezîrê nû ji min bixwaze, ez ê bi taybetî û nexwaze welew aşkera nebe jî ez ê desteka xwe bidimê. Dixwazim hukumeta Partiya Karkeran bi ser bikeve.”

Burnham, dengên 403 parlementeran sitendibû, piraniya sendîkayan destekê danê û di meclisa ku 650 kursî tê de hene, piraniya dengên Kemara Awamê sitendiye.