PeyamaKurd – Hereketa AZADÎ ji bo bibîranîna Helebceyê diyar kir ku ev ji karesat bo însaniyetê şermeke mezin e.
Hereketa Azadî ji bo bîranîna Helebceyê peyamek weşand û ragihand ku 16ê Adara 1988an, tarîxeke elemdar e ku di vê tarîxê de Helebçe ji hêla Seddam Husên ve hate kîmyabarankirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ki di vê kîmyabaranê de, bi hezaran însanên Kurd şehîd ketin. Ev bûyera ku tesîra wê hê jî berdewam e, li ser navê însaniyetê eyb û şermeke mezin e û wiha dewam kir: "Divê hemî alema însaniyetê, ji qetlîam û şerran îbretê bistînin û ji bo bûyerên mînanî vê careke din tekrar nebin, tedbîrekê bistînin.
Bêguman zilim tarîtî ye û Xwedê, hem li xwe û hem jî li însaniyetê zilim heram kiriye. Di roja îro de jî, li Kurdistanê, Sûriyê û li deverên cuda cuda yên dinyayê, dîmenên ku li dijî nirxên însanî û Îslamî ne têne dîtin. Bi munasebeta 30emîn salvegera qetlîama dijînsanî, şehîdên Helebcê bi rehmet û minnet yad dikin. Herwiha daxwaza me ya ji Xwedayê mezin jî ew e ku rizgariyê bide xelkê Kurdistanê û aştiya birayane jî bike nesîbê hemî însaniyetê…"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin